Li Ulmê şehîdên Pirsûsê hatin bibîranîn,ji nûçegihanan re azadî hat xwestin
Li Ulmê bi mîtîngekê di şexsê Meşale Tolu de ji bo nûçegihanan azadî hate xwestin, şehîdên Pirsûsê hate bibîranîn
Li Ulmê bi mîtîngekê di şexsê Meşale Tolu de ji bo nûçegihanan azadî hate xwestin, şehîdên Pirsûsê hate bibîranîn
Li Ulmê ya Elmanya Mîtinga Ji bo Nûçegihanan Azadî di heftiya 11’an de dom kir. Mîtîng hem di şexsê Nûçegihan Meşale Tolu de ku ji 1’ê Gulana 2017’an ve girtî ye, ji bo hemû nûçegihanan e.
Di mîtîngê de ji bo Komkujiya Pirsûsê, ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça û parêzerê mafê mirovan ê ku li Tirkiyê hatine girtin Peter Steudtner pankart hatin vekirin.
Li ser navê komîteya amadekar Cengîz Dogan çalakger slav kirin û got li Tirkiyê çi kesê cuda difikire weke ku teroîst be tê ragihandin.
‘BERPIRSÊ PIRSÛSÊ DEWLET E’
HDK bi pêkhateyên xwe tevlî mîtîngê bû.
Di mîtîngê de Hevserok Gokcan Dogan şehîdên Pirsûsê bi bîr anî û got sûcdar dewleta Tirk e.
Mîtîng ji hêla HDK-Ulm û AGÎF ve hate organîzekirin, di mîtîngê de endamên ATÎK, NAV-DEM- SKB, Federasyona Anadoluyê, ADHF, MLPD, SYKP jî hazir bûn.