Li Tûzlûçayirê du rojnamevan rastî lêdana polîsan hatin
Li Tûzlûçayirê du rojnamevan rastî lêdana polîsan hatin
Li Tûzlûçayirê du rojnamevan rastî lêdana polîsan hatin
Li navçeya Enqere Mamakê, nûçegîhanên rojnameya Evrenselê Hasan Akbaş û Bîrkan Bûlût ên bûyerên li taxa Tûzlûçayirê dişopandin, rastî lêdana polîsan hatin.
Êvarê saet di 21.25'an de, rojnamevan Akbaş û Bûlût ji ber êrîşa polîsan a li xwepêşandana li Qada Tûzlûçayirê li ser qatê jorîn ê înaşetekê dîmen dikşandin, lê belê rastî lêdana 20 polîsan hatin. Hat ragihandin ku polîsan Akbaş li erdê kaş kirine û ji milê xwe birîndar bûye.
Dema ku her du rojnamevanan nasnameyên xwe yên rojnamevaniyê nîşan dan û diyar kirin ku ew nûçegîhanên Evrenselê ne, polîsan gefa "Em dizanin hûn çi rojnamevanan" li wan xwarin. Di dema hewldanên ji bo binçavkirinê de, di encama hevdîtina bi amîrên wan re, her du rojnamevan hatin berdan. Pansûmana Akbaş li malekê hat kirin.