Li Tuzluçayirê berxwedan didome
Li Tuzluçayirê berxwedan didome
Li Tuzluçayirê berxwedan didome
Berxwedana bi çalakiyên protestokirina projeya mizgeft-malacemê ya Taxa Tuzluçayira navçeya Mamak a Enqereyê dest pê kir, didome.
Bi hezaran kesên di saetên êvarê de li taxê hatin cem hev, bi êrîşa polîsan re pevçûn derket û hema hema li her kolanê pevçûn didomin. Hat hînbûn ku polîs bombeyên gazê davêje û ava şid bikartîne. Her wiha çalakger jî kevir û fîşekên hewayî bikartîne.
LI STENBOLÊ ÊRÎŞ
Li Stenbolê jî bi armanca piştgiriya berxwenda Tuzluçayirê çalakî pêk hat û polîsan bi mertalan mudaxale kir. Piştî daxuyaniya li ber Lîseya Galatasarayê, kesên tevli çalakiyê bûn li wir sekinin û polîsan êrîşkir. Kom belavî kolanan bûn û ablukaya polîsan cadeya Îstîklalê didome.