Li Toûloûse çalakiya ji bo Ocalan dewam dike
Li bajarê Toûloûse yê Fransayê, çalakiya konê agahdarkirinê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, didome.
Li bajarê Toûloûse yê Fransayê, çalakiya konê agahdarkirinê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, didome.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, ji bo daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li meydana qelebalix a bajarê Toûloûse konê agahdarkirinê veda.
Kurdan di çalakiyê de gelek belavok belav kirin û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin.
Çalakgeran gotin, çalakî wê heta du hefteyên din dewam bike.