Li Toskanayê li ser rewşa Ocalan panelek hate lidarxistin
Li paytexta herêma Toskana ya Îtalyayê Floransa, bi beşdariya nûnerê KNK'ê Fûat Kav û ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mahmût Şakar panelek hate lidarxistin.
Li paytexta herêma Toskana ya Îtalyayê Floransa, bi beşdariya nûnerê KNK'ê Fûat Kav û ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mahmût Şakar panelek hate lidarxistin.
Panel ji aliyê Komîteya Kurd a Toskana û Navenda Xwerêveberiyê ya Gelan (CPA / Centro Popolo Autogestione) ve hate organîzekirin. Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fûat Kav û parêzer Mahmût Şakar weke qiseker beşdarî panelê bûn.
Ji Zanîngeha Fîrenzeyê gelek xwendekar di panelê de amade bûn. Di panelê de têkoşîna Ocalan, Şoreşa Rojava û polîtîkayên AKP a faşîzan li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin nirxandin.
KAV: PIŞTÎ ŞOREŞA ROJAVA, TIRKIYEYÊ YEKSER BERÊ XWE DA POLÎTÎKAYA TINEKIRINÊ
Endamê KNK'ê Fûat Kav da xuyakirin, ku piştî Şoreşa Rojava, dewleta Tirk li dijî van destketiyan li Kurdistanê hê bêhtir êrîşkar bûye û berê xwe daye polîtîkaya tinekirinê.
Kav diyar kir, dewleta Tirk di çarçoveya konsepta berfireh û qirêj a vê polîtîkayê de şerekî nû daye destpêkirin û bibîr xist, di encama vê konseptê de bajarên Kurdistanê hatine hilweşandin, mirov di jêrzemînan de hatine şewitandin û nûnerên siyasî yên gelê Kurd hatine girtin.
Fûat Kav got, "Gelên li dijî van êrîşan û polîtîkayên tinekirinê li ber xwe didin, wê bi ser bikevin. Bi vê bîr û baweriyê wê têkoşîna me bidome û em ê têkoşîna xwe bi ser bixînin."
Kav bal kişand ser meşa 11'ê Sibatê ya li Mîlano û got, "Ji bo Birêz Ocalan ku 18 sal in li Girava Îmraliyê di nava tecrîdê de ye, di serî de li Îtalyayê divê em li gelemperiya Ewropayê hesasiyeteke girîng bafirînin û têkoşîneke mezin bimeşînin. Ev yek jî bi gelên baweriya xwe ji demokrasî û azadiyê heye, dibe."
ŞAKAR: JI BO AZADIYÊ TÊKOŞÎNEKE HEVPAR A GELAN DIVÊ
Piştre parêzer Mahmût Şakar axivî û bal kişand ser berpirsyariya Ewropayê di komploya navneteweyî de. Şakar destnîşa kir, ku rola vê komployê di rûdana şerê sêyemîn ê cîhanê de gelekî mezin e.
Şakar da xuyakirin, tevî van hemû neyîniyan jî Ocalan hewldanên xwe yên ji bo aştiyê li girtîgehê zêdetir kiriye û bi vî rengî veguheriye qasidê aştiyê. Şakar deklarasyona Newroza 2013'an bibîr xist. Şakar diyar kir, Ocalan baweriya xwe ya bi jiyana azad a gelan bi çanda xwe nîşan daye û ev 18 sal in li Îmraliyê ji bo aştî û azadiyê têdikoşe.
Mahmût Şakar anî ziman, hemû gelên baweriya xwe bi azadî û demokrasiyê heye, divê ji bo azadiya Ocalan bi rengekî hevpar têbikoşin û ragihand, sîstema Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan, dikare aştî û azadiyê bide hemû gelên li Rojhilata Navîn.
Şakar herî dawî ji bo meşa 'Ji Ocalan re azadî' ya 11'ê Sibatê li Mîlano tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.