Li Til Şeîrê bombeyek teqiya: Jineke koçber birîndar bû

Li Til Şeîrê bombeyek teqiya: Jineke koçber birîndar bû

Li devera gundê Til Şeîr ê rojavayê herêma Kobanê bombeyek ku berê hatibû çandin teqiya. Di encamê de jinek koçber birîndar bû.

Îro seat di derdora 09.00'an de, li ser sînorê Kobanê yê bi Bakurê Kurdistanê re li herêma gundê Til Şeîr jinekê ji koçberên ku li wir dimînin pêl li bombeyeke erdê kir. Di encama teqîna bombeyê de ev jina bi navê Emîne Fewzî Nasan ji lingê xwe birîndar bû û ji bo dermankirinê ew rakirin nexweşxaneyê.

hêjayî gotinê ye ku Emîne tevî 7 zarokên xwe li wê herêmê diman û bi gelemperî li herêma Til Şeîr zêdetirî 2 hezar û 500 koçber hene.