Li Tetwanê faliyetên kemîn

Li Tetwanê faliyetên kemîn

Hate hînbûn ku li çoltera Tetwanê ji aliyê artêşa tirk ve li dijî hêzên gerîla faliyetên kemînê tên meşandin.

Li gorî agahiyên kavkaniyên herêmî artêşa tirk li navçeya Tetwan a Bedlîsê li dijî gerîlayên HPG’ê faliyetên kemînê dimeşîne. Hat hînbûn ku ji 25’ê Tebaxê heta niha li gundên Serxet û Sasonê didome.

 Faliyetên kemînê yên artêşa tirk di rojên dawî de zêde bûne.

Her wiha roja yekşemê  li Dêrsîmê firînên keşfê berdewam kir û li Nazmiye, bajaroja Dereova û Hakîçê, ji 24’ê  Tebaxê heta niha li gundên Kemanê, Bemanê û Komatê ya Elkê ya Şirnexê û Qada Sîneklî faliyetên kemînê hatine meşandin.