Li Telaferê operasyona hewayî dest pê kir
Hêzên hewayî yên Iraqê, li bajarê Telafer ê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, dest bi operasyona hewayî kirin.
Hêzên hewayî yên Iraqê, li bajarê Telafer ê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, dest bi operasyona hewayî kirin.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Iraqê Mûhammed el Xidirî diyar kir, bajarê Telaferê yê bi 80 kîlometreyan li rojavayê Mûsilê ye ji aliyê hêzên wan ve hatiye bombekirin.
Berdevk ji televîzyona El Sûmariya re axivî û diyar kir, operasyona bejahî wê piştî êrîşên hewayî dest pê bike.
Haşdî Şabî û leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) jî tevlî operasyona li Telaferê dibin.
Telafer ji sala 2014'an û vir ve ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin. Beriya wê, bajarekî ku bi giranî Ereb û Tirkmen lê dijiyan û nifûsa giştî ya bajêr 200 hezar bû.