Li Tekîrdagê ferzkirina dermankirina bi kelepçe
Li Tekîrdagê ferzkirina dermankirina bi kelepçe
Li Tekîrdagê ferzkirina dermankirina bi kelepçe
Li girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê girtiyê nexweş Bîlal Nargîlî, hat xwestin ku bi awayekî kelepçekirî bê dermankirin. Nargîlî ev qebûl nekir û beyî ku bê dermankirin, şandin girtîgehê.
Bîlal Nargîlî ku li girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê dimîne ji bo dermankirina çavê wî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Tekîrdagê. Nargîlî ku nexweşiyên wî yên wekê farenjît û zirartîna omurîlîkê jî heye, hat xwestin li nexweşxaneyê bi kelepçeyê bê dermankirin.
Nargîlî da zanîn ku bi keleçeyê dermankirin, binpêkirina mafane û got dema îtîrazê vê kiriye, hatiye derbkirin.
Nargîlî beyî bê muayenekirin birin girtîgehê.
Nargîlî ev du salin girtiye û sala borî tevli greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên kurd bibû. Nargîlî 6 sal ceza lê hatiye birîn û beriya bikeve girtîgehê emeliyata çavan derbas kiribû. Lê îdareya girtîgeha ji ber ku tedawiya wî nake rewşa wî xerab dibe.