Li Taxa Denîzlî ya Seyhanê xwerêveberî hat îlankirin
Meclîsa Gel a Taxa Denîzlî ya navçeya Seyhan a Edeneyê jî xwerêveberî îlan kir û ragihand ku li hember polîtîkayên zext, înkar û îmhayê wê jiyanê bi hev re ava bikin.

Li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê ku îlanên xwerêveberiyan didome, Meclîsa Gel a Taxa Denîzlî ya girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê jî xwerêveberî îlan kir û ragihand ku li hember polîtîkayên zext, înkar û îmhayê wê jiyanê bi hev re ava bikin. Xwerêveberî ku li Parka Mîthatpaşa ya li Taxa Denîzlî hat îlankirin, beriya îlanê şahiyek hat lidarxistin.
Zana Çetîn ê li ser navê Meclîsa Gel a Taxa Denîzlî daxuyanî da diyar kir ku piştgiriyê didin berxwedana gel a mafdar û got ku tevayî gel û baweriyên li taxê wê bi hev re jiyana xwe ava bikin.
Çetîn diyar kir ku polîtîkayên îmha û înkarê 93 sal in, li ser welat tên ferzkirin û hê ji didomin, ti sazî û dezgehên ji gel re xizmet neke, li gel wan jî ne rewa ye. Çetin wiha axivî: “Xwerêveberî pergaleke aboriyeke ku têra xwe dike; kolan, tax û gundên xweparastina xwe dike û bi meclîsên bajaran xwe bi rêxistin dike; pergaleke demokratîk û gelparêz a avakirinê ye. Xwerêveberî di welatê hevpar de wekheviya hemwelatiyan diparêze. Em wek Meclîsa Gel a Taxa Denîzlî xwerêveberiya xwe îlan dikin.”
Piştî daxuyaniyê, gel îlankirina xwerêveberiyê weke şahiyekê pîroz kir.