Li Tarsûsê bi hezaran kesî Newroz pîroz kirin
Li navçeya Tarsûs a Mersînê bi hezaran kesî bi şiyara "Rêbertiya Azad, Kurdistana Xweser, Tirkiyeya Demokratîk" Newroz pîroz kirin.
Li navçeya Tarsûs a Mersînê bi hezaran kesî bi şiyara "Rêbertiya Azad, Kurdistana Xweser, Tirkiyeya Demokratîk" Newroz pîroz kirin.
Li navçeya Tarsûs a Mersînê bi hezaran kesî bi şiyara "Rêbertiya Azad, Kurdistana Xweser, Tirkiyeya Demokratîk" Newroz pîroz kirin. Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û girseya gel dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" qîriya. Dema dayikên cangoriyên têkoşîna azadiyê agirê Newrozê pêdixistin, jinan bi tilîlî û dirûşma "Bijî Serok Apo" qad lerizandin.
Piştre Hevserokên HDP'ê yên Tarsûsê derketin ser dikê û gel silav kirin. Di pîrozbahiyê de Hevşaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk axivî û diyar kir, ku têkoşîna gelê Kurd Newroz gihandiye vê astê. Turk got: "Ti kes nikare Newrozê qedexe bike." Hevşaredara Akdenîze Yuksel Mûtlû jî got: "Ev Newroz, Newroza berxwedanê ye."
'AKP'Ê AŞTÎ NEXWEST, ŞER DA DESTPÊKIRIN'
Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr piştre mafê axaftinê wergirt û da xuyakirin, ku tevî hemû êş û rondikên çavan ên di vê dema wehşetê de tên barandin jî dayik daxwaza aştiyê dikin. Baydemîr ji dayikan re got, "Helal be ji we re". Baydemîr diyar kir, desthilatdariya siyasî nehişt Newroza 2016'an bibe Newroza aştiyê û destnîşan kir, ji ber ku desthilatdariya siyasî aştî nexwest, li Kurdistan û Rojhilata Navîn şer da destpêkirin.
Baydemîr ragihand, ku desthilatdariya siyasî Tirkiye veguherandiye navenda şer û bal kişand ser komkujiyên li Kurdistanê tên kirin. Baydemîr got, "Ya rebbî, zilm ji kê tê bila bê, bila lenet lê be. Daxwaza aştiyê ji kê tê bila were, bila rehma te li ser wê/î be. Em careke din bi awayekî zelal bilêv dikin; em komkujiyên li Amed, Pirsûs, Enqere û Stenbolê şermezar dikin. Em hemû komkujiyên li Cizîr û Sûrê şermezar dikin. Bi vekirina birîneke din re ev birîn nayê pêçandin."
'TIRS NIKARE BI VÎ GELÎ'
Baydemîr diyar kir ku gelê Kurd ji ber bombeyan nikarin biçin malên xwe, gelên li metropolên Tirkiyeyê ji ber tirsa "Wê teqîn pêk bê" nikare ji malên xwe derbikevin û anî ziman ku li welat desthilatdariya siyasî dixwaze tirsê bide pêş. Baydemîr da zanîn ku gelê li Tarûsê bi berxwedanê bersiv daye van hewldanên desthilatdariya siyasî û destnîşan kir, ku ti zext û polîtÎkayên mêtîngeriyê nikarin bi vî gelî.
Piştî axaftinan gel li ber stranên komên muzîkê govend gerand.