Li Taksîmê polîsan êrîşî rojnamevanan kirin

Li Taksîmê polîsan êrîşî rojnamevanan kirin

Li Taksîmê êrîşa polîsan a li dijî bîranÎna Ahmet Atakan, tevahiya şevê dewam kir. Polîsên ku bi ava şid, bombeya gazê û fîşekên plastîk êrîşî girseya li kolana Îstîklalê kir, gelek kes kirin bin çavan. Rojnamevanên hewl dan dîmenê bûyer bikşînin jî rastî lêdana polîsan hatin.

Êrîşa polîsan a li kolana Îstîklalê, ku ji çar aliyan ve ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin, heta derengiya şevê dewam kir. Polîsên ku li gorî dilê xwe mirovên ji kolanê derbas dibû kirin binçavan, di heman demê êrîşî rojnamevanên hewl didan dîmenan bikşînin, kirin. Bi dehan polîsên taybet ên dor li rojnamevanan girtin, hewl dan kişandina dîmenan asteng bikin. Rojnamevanên li dijî vê rewşê derketin, rastî êrîşa polîsan a bi ço û gaza îsotê hatin.

Pevçûn, derengiya şevê li Cîhangîrê deng veda. Polîsên ku vê carê dor li Cîhangîrê girtin, bi fîşekên plastîk, gaz û ava şid êrîşî gel kirin.