Li Taksîmê ji bo pişgiriya ODTU’yê meş

Li Taksîmê ji bo pişgiriya ODTU’yê meş

Gel ji bo piştgiriyê bidin berxwedana ODTU’yê li kolana Mîs civiyan û berbi Lîseya Galatasarayê dest bi meşê kirin.

Girseyê bê navber dirûşmeyên ‘Her der ODTU, her der berxwedan’, ‘Berxwe bide ODTU, Taksîm bi te re ye’ û ‘Ev hêj destpêke, têkoşîn berdewame’ berzkirin û berbi Galatasarayê meşiyan. Ji vir jî berbi Odakuleyê meşiyan û derbasî Qada Taksîmê bûn.

Pêşiya girseyê ji aliyê polîsan ve hat birîn. Bendewariya Gel li Galatasarayê didome.