Li Taksîmê bi sedan kesî qetilkirina 2 welatiyan protesto kirin

Li Taksîmê bi sedan kesî qetilkirina 2 welatiyan protesto kirin

Li Geverê di 6’ê Kanûnê de Mehmet Reşît Îşbilir û Veysel Îşbilir ku ji aliyê polîsan ve hatin qetil kirin, meşa protestoyê a ku li Kolana Îstiklal pêk hat polîsan êrişê girsê kir.

Li ser bangewaziya Rêxistina HDP’a Stenbolê, Meclisa HDK’a Stenbolê û Rêxistina BDP’a Stenbolê ji bo protesto kirina qetilkirina Mehmet Reşît Îşbilir û Veysel îşbilir ku li Geverê ji aliyê polîsan ve bi sedan kes li pêş Amadeyiya Galatasaray hatin gel hev.

Girseya ku pankartên weke “Aştiya AKP’ê li Geverê bi dawî hatiye” û “Emê hesabê ji yên ku gule li aştiyê xistin bi pirsîn” daxuyaniya çapemeniyê a ku dan bi sedan kesan çalekiya rûniştinê pêk anîn û êriş protesto kirin.

Girse piştî çalekiya rûniştinê bi dirûşmeyên weke “Kurdistan wê bibe goristana Faşîzmê”, “tolhildan” û “Bijî berxwedana Geverê” ber bi Tarlabaşi ve ketin meşê.

Girseya ku dest bi meşê kirin polîsan li ser Pira Omer Hayyam bi bombeyên gazê êriş kir. Ciwanan bi kevir û şîşeyên sodayê bersiv da êrişa polîsan.

Piştî destwerdanê girse ber bi Taxa Hacî Ahmet ve meşiyan û çalekiya xwe bi dawî kirin. pevçûnên ku li ser destwerdana polîsan derketin demek kurt şûnda bi dawî bûn.