Li Sydneyê mîtînga piştevaniya Rojava

Ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û piştevaniya Şoreşa Rojava li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi beşdariya gelek partiyên siyasî û sendîkayan çalakiyek pêk hat.

Çalakiya li Sydneyê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat.

Kurd tevî dostên xwe tevlî çalakiyê bûn.

Howard Byrnes bi navê sendîkaya sektora Eleketrîkê CDMEU axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li dijî sivîlan sûcê şer dike. Byrnes her wiha destnîşan kir, ku dewleta Tirk paqijiya etnîkî dike.

Ji Partiya Keskan Jîm Casey jî anî ziman ku biryara Serokê DYE'yê Donald Trump xizmetê ji Erdogan re dike û got, nabe ku ew gelê Kurd di nava komkujiyan de bihêlin.

Federîceo Foantes bi navê Forûma Civakî ya Latîn Amerîkayê axivî û bang li hikumeta Awûstralyayê kir ku li dijî dagirkeriyê gavên berbiçav biavêje.

Nûnerê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM'ê Aldar Xelîl jî bi rêya telefonê ji beşdaran re axivî û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk qirkirine û wê berxwedana gelan li dijî vê yekê bi ser bikeve.