Li Swîsreyê nîjadperestiya kesk rastî astengiya gel hat
Li Swîsreyê nîjadperestiya kesk rastî astengiya gel hat
Li Swîsreyê nîjadperestiya kesk rastî astengiya gel hat
Swîsreyiyan ji însiyatîfa bi navê ECOPOP ya nîjadperest ku penaberan wek berpirsê pirsgirêkên hawirdorê dibîne hedef digire re got, bes e. Gel di referandûma duh hat kirin de pêşnûme bi rêjeya ji sedî 73.5 a dengan hat redkirin.
Swîsreyî îro li dijî pêşnûmeya qanûnî ya ji 3 xalan pêk tê, ji bo nerînên xwe vebêjin diçin ser sindoqan. Gel ji pêşnûmeya qanûnî ya nîjadperest a însiyatîfa ECOPOP re ku penaberan wek sedema pirsgirêkên hawirdorê dibînin û îdîa dikin çavkaniyên xwezayî yên welat kêm in got, bes e. Encamên referanduma ku ji aliyê raya giştî ve bi eleqeyek mezin ve hat şopandin, hat aşkerakirin.
Gel ji sedî 73.5 dengî got, na. Însiyatîfê di pêşnûmeyê de daxwaz kiribû ku zêdebûna penaberan salê bila ji sedî 0.2 bê sînorkirin. Însiyatîf ji ber van gotinên xwe ev demek dirêj bû bibû hedefa rêxistinên civakî yên demokratîk.
Gel têkildarî pêşnûmeya ku li şûna Dolar û Euro di Bankaya Navendî ya Swîsreyê zêdetir bibe rezerva zêr bê girtin, deng da. Ev pêşnûme ji sedî 76 dengî hat redkirin.
Gel her wiha pêşnûmeya der barê biyaniyên dewlemend hatiye amadekirin de erê kir.