Li Swîsreyê lêpirsîna DAIŞ'ê

Li Swîsreyê lêpirsîna DAIŞ'ê

Serdozgeriya Federal a Swîsreyê, der heqê 3 kesên ji Iraqê de bi îdîaya ku pêwendiya xwe bi çeteyên DAIŞ'ê re hene, lêpirsîn da destpêkirin.

Di nava nîqaşên li ser beşdariya zêde ya ji Ewropayê li nav DAIŞ'ê de, Serdozgeriya Federal a Swîsreyê der heqê 3 Iraqiyên li Swîsreyê de bi îdîaya 'dûvika DAIŞ'ê ya li Swîsre ye' lêpirsîn da destpêkirin. Hat ragihandin ku ev kesên mijara gotinê demeke dirêj dihatin şopandin û hatiye zanîn ku ev kes ji bo şer bikin çûne Iraq û Sûriyeyê û vegeriyane. Her wiha hat ragihandin ku der heqê 20 kesan de jî lêpirsîn tê meşandin.

Li gorî agahiyên hatin dayîn, ev 3 kesên ketine ber lêpirsînê li Swîsreyê damezrînerên rêxistina terorê DAIŞ'ê ne û di çarçoveya peydakirina alîkariya madî û lojîstîk a ji bo rêxistinê li Swîsreyê di nava xebatan de ne. Serdozgeriya Federal di çarçoveya "rêxistina terorê ava kirine, endametiya rêxistina terorê û destekkirina rêxistina terorê de" lêpirsînê dimeşîne û çav li rê ye ku di rojên pêş de endamên lêpirsînê bê aşkerakirin .

Ekîbên îstîxbarata Swîsreyê di daxuyaniyekê de diyar kirin ku di meha Gulanê de ji Swîsreyê 15 kes jib o tevlî DAIŞ'ê bibin çûne Iraq û Sûriyeyê û ev hejmar di mehên derbasbûyî de zêdetir bûye.