Li bajarê Winterthurê yê Swîsreyê bi beşdariya hunermendên TEV-ÇAND’ê ji aliyê TEV-ÇAND’a Ewropayê ve konserek hate lidarxistin.
Konser bi armanca pêşxistina xebat û xebatên hunerê bi dirûşima “Klamên Azadiyê” bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat. Di konserê de hunermend Seyidxan, Denîz Deman û Diyar derketin ser dikê û bi stranên xwe girseyê coşandin. Ciwanan li ber stranên hunermendan govend gerand.
Piştre hunermend bi hev re derketin ser dikê û stranên naskirî yên têkoşîna azadiyê strîn. Konsera bi coşeke mezin pêk hat, bi gerandina govendê bi dawî bû.