Li Swîsreyê bo Ocalan 33 hezar îmze hat komkirin

Li Swîsreyê bo Ocalan 33 hezar îmze hat komkirin

Kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ di meha borî ya Îlonê de hat destpêkirin û bê navber didome. Li Swîsreyê heta niha 33 hezar hatin komkirin û hedefa Kurdistaniyan150 hezar îmze ye.

Li Swîsreyê ku kurd zêde lê dijîn di çarçoveya kampanyaya ‘ Ji Ocalan re Azadî’ heta niha 33 hezar îmze hatin komkirin.

Ji Komîteya Kampanyaya Swîsreyê Şukran Sîncar derbarê xebatan de agahî da û diyar kir ku ligel kurdên li Swîsreyê dijîn, sazî, rêxistin û şexsiyetên girîng eleqe nîşanê kampanyayê dane. Sîncar diyar kir ku Kampanya di warê nasandina Ocalan ya raya giştî ya biyanî de gelek girîng bû û da zanîn ku heta niha 33 hezar îmze kom kirine lê hedefa wan ew e ku 150 hezar îmzeyê berhev bikin.

Sîncar gotinên wiha berdewam kir:

“Kampanyaya bi dirûşmeya ‘Ji Serokatiyê re Azadî, ji Kurdan re Statu’ û bi vegotinên mijara Xweseriya Demokratîk bi bandor bû. Girîngiya pêşvebirina dîplomasiya gel careke din derket holê. Di çarçoveya kampanyayê de tecrîd êdî bû weke dîlgirtinê. Her wiha rastiya operasyonên KCK, operasyonên leşkerî û komkujiyan careke din baş hatiye fêm kirin û encam girtiye.”

Sîncar got ku kampanya ji aliyê jinan ve bi awayekî aktîf hatiye meşandin û got ku tevgera jinan a Swîsreyê ji bo xwe 15 hezar îmze kiribû hedef û heta niha 7 hezar û 500 îmze kom kiriye. Sîncar diyar kir ku ji bilî standan kampanyayê li navendên danûstandinê, navendên kaşûnbaziyê, garên trenan tê meşandin. Sîncar got ku dê di 2013’an de kampanyaya xwe lezgîntir bikin û planan pêwist bike.