Di çarçoveya Kampanya ji Ocalan re Azadî li Swîsreyê heya niha 33 hezar îmze hatine berhev kirin. Ji komîteyê Şukran Sîncer diyarkir ku, armanca wan 150 hezar îmze ne.
Hate ragihandin ku, li Swîsreyê di çarçoveya “Kampanya Îmzeyan ya ji Ocalan re Azadî” de di xebatên heya niha de 33 hezar îmze hatine berhev kirin.
Ji komîteya kampanyayê Şukran Sîncer têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyarkir ku, kampanyayê di serî de gelê Kurd, kesayetên Swîsreyî û Ewropî, sazî, dezga, partî û hemû kesimên biyanî ji bo nasandina Ocalan rolekî girîng pêkanî. Sîncar ragihand ku, di dema kampanyayê de ji dervey derewên makezagona nû, vekirina demokratîk yên hikumeta AKP’ê, pêkhatiye AKP’ê ya li Tirkiyeyê ne tenê di aliyê Kurdan de, di aliyê herêm û Ewropayê de jî her ku diçe êdî metirsyar dibe, hatin vegotin.
Sîncarê têkildarî mijarê ev tişt vegotin: “Li tevayî Swîsreyê armanca me ya îmzeyan 150 hezare. Di xebatên heya niha de 33 hezar îmze hatine komkirin. Kampanya bi slogana ‘ji Ocalan re Azadî’, ji Kurdan re Statû’ û mijara Xweseriya Demokratîk ji tevayî derdoran vegotin rolekî girîng lîst. Careke din girîngiya dîplomasiya gel danî holê. Di çarçoveya kampanyayê de, tecrîda li ser Rêbertiyê vegeriyaye rehîn girtinê, bi operasyonên KCK’ê nûnerên gel yên bi vîna gel hatîn hilbijartin, şaredar û xebatkarên BDP’ê pêla girtina li dijî gelê Kurd bê navber didome, komkujî û operasyonên dervey sînor êdî weke bûyerekî rûtîn lêhatine, ev mijarane hemû yek bi yek di hevdîtinan de hatine vegotin û encam hatine girtin.”