Li Swîsreyê 35’mîn sala PKK’ê bicoş hate pîroz kirin
Li Swîsreyê 35’mîn sala PKK’ê bicoş hate pîroz kirin
Li Swîsreyê 35’mîn sala PKK’ê bicoş hate pîroz kirin
35’mîn salvegera damezirandina PKK’ê ji aliyê Kurdistaniyên li Swîsreyê jiyan dikin bi awayek coş hate pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de hate gotin ku, 35’mîn salvegera damezirandina PKK’ê dê bibe sala azadiya gelê Kurd.
35’mîn salvegera damezirandina PKK’ê li bajarê Luzern yê Swîsreyê bişahiyekê hate pîroz kirin. Şahiya ku li salona spore ya navenda kar ya Luzernê pêkhat, bi hezaran Kurdistanî beşdar bûn. Salona ku bi alên PKK û KCK’ê hatin xemilandin, li gel posterê mezin yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji qadroyên avakar yên PKK’ê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Heqî Karer û 3 jinên Şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û gerîlayên jiyana xwe ji det dane hatin daliqandin.
Weke din jî pankartên “Rêbertiya azad nasnameya azad û Kurdistana azad”, “Hata azadiya Rêbertî berxwedanek bêdawî”, “Şoreşe Rojava silav dikîn” hatin hilawêstin û sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” hatin qêrîn.
Şahiya ku bi deqîqeyek rêzgirtina li ser cangoriyên têkoşîna azadiyê û bi koroya Zarokên Dibistana Kurdî sirûda Ey Reqîb destpêkir, destpêkê Mustefa Sarikaya axivî.
‘SÎSTEMA KU PKK JI GEL RE WEHDE DIKE HINEKAN PIR DITIRSÎNE’
Sarikaya da diyarkirin ku, tevgera PKK’ê di 27’ê Mijdara 1978’an bi komek ya biryararan destpêkir, îro bûye xwedî hêzek ew qas mezin ku tucaran nayê rûxandi û bûye yek ji tevgerên herî mezin ya cîhanê û got: “Yên PKK anîn vê roja îro di serî de Rêber Apo, şehîd û gel e.”
Sarikaya anî ziman ku, di asta ku em niha gihayînê de PKK netenê ji bo Kurdan ji bo tevayî gelên herêmê wehd azadiyê dike û wiha axivî: “Şoreşa ku îro li Rojava pêktê, di encama berxwedana 35 salan ya muazame. Merheleya ku îro em bigihayînê bi keda şehîdên me hatiye hêvên kirin û êdî gelê Kurd winda nake. Em vê baş dizanîn ku dema tevger û Kurd qezencên pir mezin bidest dixe, êrîşên li beramber jî zêde dibin. Ji ber ku sîstema em wehd dikin hinekan ditirsîne.”
Sarikaya da diyarkirin ku, pêvajoya ‘Çaresweriy ademokratîk’ ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ji aliyê hikumeta AkP’ê ve cidî nayê dest girti û got: “Em di vê pevajoyê de ji gel û tevgera xwe bawerîn.”
‘HETA JIN AZAD NEBIN JIYAN JÎ AZAD NABE’
Piştî Sarikaya li ser navê Tevgera Jinan ya Swîsreyê Zozan Dêrik axivî. Dêrik qetilkirina Mehmet Reşîd Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr li Geverê ji aliyê polîsên Tirk ve bi bîr anî û axaftina xwe destpê kir. Dêrik anî ziman ku, “Dê hesabê qetla li Geverê were pirsî.” û Dêrik destnîşan kir ku, di merheleya ku gelê Kurd hatiyê êdî dikarin hêza xwe ya cewherî ava bikin.
Dêrik bibîrxist ku ev tevgera ku bi Mazlûman , Xeyriyan destpêkir û bi Zîlanan û Bêrîtanan berxwedan bilind kirin êdî pir nêzî azadiyê bûne. Dêrik got, di serî de jin û ciwanên Kurd ji bo hîn zêdetir di vê pêvajoyê de li ser lingan rawestin pêwîste bêhtir bixebitin.
Dêrik bibîrxist ku, hêjan qatilên komkujiya Parîsê ronî nekirine û da diyarkirin ku, heta komkujî zelal bibin ew dê li kolanan bin.
Dêrik herî dawî got, heta jin azad nebin jiyan jî azad nabe û aşkera kir ku, di têkoşîna 35 salan ya PKK’ê de nirxek herî mezin dane jinê û got, pêwîste êdî di her qadekê de jin di nava vê tevgerê de cih bigirin.
Piştî axaftinên hatin kirin, folklora zarok ya Navenda Çanda Med derkete ser dike. Piştî folklora zarokan jî ekîba şanoya Penaber lîstokek lîst.
Piştî lîstoka şaniyê peyama dîmenkî ya Hevserokê Desteya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik hate pêşandan.
Şahiyê bistranên Kawa Urmiye, Silbus û Tarî, Jinên Mezopotamya, Erdogan Emîr, Koma Siyabend govend girêdan û heya direngî şevê dom kir.