BASEL
Kurdistanî û dostên wan di pêşengiya Ciwanên Azad de li ber Navenda Civaka Kurd a Baselê civiyan, bi meşaleyan ve heta Markplatzê meşiyan. Di çalakiyê de ku pankart, dowîz û posterên Ocalan hatin hildan, bi zimanê Elmanî, Kurdî û Tirkî danezan hate xwendin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Ji Ocalan Re Azadî” hatin berzkirin.
BIEL
Di pêşengiya Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan û Ciwanên Azad de ji pêşiya Navenda :Civaka Kurd a Demokratîk heta Zentralplatzê meşek meşaleyî hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku danezanên bi zimanê Elmanî û Tirkî hatin xwendin, dirûşmeyên “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statu” hatin berzkirin. Çalakî piştî axaftinan hate bidawîkirin.
FRIBOURG
Kurdistanî li Qada Place Georges-Python a Fribourgê kom bûn û ji vir heta stasyona Trenê bi meşaleyan meş li dar xistin. Di çalakiyê de danezanên Fransizî, Tirkî û Kurdî hatin xwendin, dirûşmeyên ““Ji Ocalan Re Azadî” hatin gotin.
BREMEN
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê jî di pêşengiya Ciwanên Azad de komploya navneteweyî hate protestokirin.
Çalakî li navenda bajêr dest pê kir û li ber parlamentoya eyaletê bi dawî bû.
Mîtînga li ber parlamentoya Eyaletê bi axaftinan bi dawî bû.
LYON
Li bajarê Lyon ê Fransayê Kurdistanî û dostên wan, Komploya 9’ê Cotmehê bi meşek meşaleyî protesto kirin.
Partiya Komunîst a Fransa, Tevgera Komunîstên Ciwan û TKP-ML jî destek dan meşê. Çalakya ku danezan hate xwendin, bi dirûşmeyan bi dawî bû.
NORMANDIE
Li bajarê Lyon ê Fransayê bi tevlîbûna ciwanên ji Mantes La Jolie, Poissy, Les Mureaux ve meşek hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku li ser tecrîda li dijî Ocalan hate rawestandin, raya giştî ya Fransî jî hate agahdarkirin. Bang li raya giştî hate kirin ku li beramberî tecrîdê bêdeng nemînin.
INNSBRUCK
Li bajarê Innsbruck ê Awûstûryayê jî Komploya 9’ê Cotmehê hate protestokirin. Di çalakiyê de ku pêşengiya wê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kir, pankarta “Ji Ocalan Re Azadî”, alên KCK’ê û posterên Ocalan hatin hildan. Çalakiya ku belavok jî hatin belavkirin, bi dirûşmeyan hate bidawîkirin.
...