Civîna çapemeniyê ya bi armanca piştgirîkirina Rojnameya Ozgurlukçû Demokratî û Çapxaneya Gun û Hayat TV ên hate girtin û destdanîn ser, dîsa zextên li ser rojnamevanên li girtîgehan, saet 14:00’an li Navenda Perwerdehiya Karkeran a Stockholmê (ABF) hate lidarxistin.
Serokê Rojnamevanên Sînornenas Jonathan Lûndqvîst, Sekretera Peywendiyên Navneteweyî ya Federasyona Rojnamevanan Tove Carlen, Şefa Çanda Rojnameya Experessen Endama Desteya Rêveberiya Yekîtiya Weşangeriyê Îda Olmedal, li ser navê Kuluba PEN a Swîsre Nivîskar Elîsabeth Olîn, Rojnamevan, Nivîskar û Weşanger Ragip Zarakolû, Rektora Şefa Dezgeha Weşanê ya Federasyona Rojnamevanan Helena Gîertta li gel nivîskar û rojnamevanên Tikriyeyî û Swêdê tevlî civîna çapemeniyê ya ji aliyê ABF’ê ve hate destekkirin bûn. Modetoriya aktivîteyê Rojnamevan û Nivîskar Kurdo Baskî kir.
Baskî anî ziman ku li Tirkiyeyê tevî zext û êrîşên li ser çapemeniya Kurd û şoreşgeran jî li welatên Swêd û Ewropayê bi qasî pêwîst kirine rojev.
Rojnamevan û Nivîskar Ragip Zarakolû jî anî ziman ku rojnameya Ozgur Gundem êdî bûye parçeyek ji jiyanê got, ji sala 1990’an û vir ve li dijî çapemeniya Kurd êrîşên qetilkirin û girtina rojnamevanan dom dike. Zarakolû anî ziman ku di sala 1994’an de dema avahiya Ozgur Gundem hate teqandin çapemeniya şoreşger piştgiriyeke xurt dayê.
Serokê Rojnamevanên Sînornenas Jonathan Lûndqvîst, got: “Her roj nûçeyên ku rojnamevan bi sûcên terorîst in tên avêtina zîndanan tên guhê me. Niha li Tirkiyeyê 165 rojnamevan di girtîgehan de ne. Bi sedan rojname, hatin girtin û dest danîn ser amûrên wan. Bi hezaran rojnamevan ji kar hatin derxistin, man bê kar. Her kiryara li hember rojnamevanan tê wateya bêdengkirina deh hezaran mirovî. Erdogan li ser sûcên bê bingeh mirovan digire. Mirov weke hedef tên nîşandan. Ev ji bo hemû civakê tehdîdeke.”
Sekretera Peywendiyên Navneteweyî ya Federasyona Rojnamevanan Tove Carlen, anî ziman ku Erdogan ji bo desthilata xwe hê xurtir bike hilbijartina ku wê sala 2019’an pêk bihata biryara hilbijartina pêşwext da. Carlen anî ziman ku hemû rêxistinên çapemenî û mafên mirovan îxlalên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê dikin rojeva xwe.
Şefa Çanda Rojnameya Experessen Endama Desteya Rêveberiya Yekîtiya Weşangeriyê Îda Olmedal, piştgiriya xwe ya ji bo çapemeniya azad anî ziman û got: “Ergdogan li gel çapemeniyê jî sasûr û êrîşên li ser tevnên civakî jî zêde kiriye.
Rektora Şefa Dezgeha Weşanê ya Federasyona Rojnamevanan Helena Gîertta , diyar kir ku wê li dijî êrîş û zextên Erdogan ên li ser mafê derbirînê ya li ser Çapemeniya Kurd bêdeng nemînin û got: “Ji bo protestokirina wan, ji bo çapemenî û azadiya derbirînê wan vebixwînin rêzdariyê.
Li ser navê Kuluba PEN a Swîsre Nivîskar Elîsabeth Olîn jî axivî û got: “Herî dawî meha Adarê çûm Tirkieyeyê. Rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan ne ji bo ewlekariya xwe ji bo ewlekariya malbat û zarokên xwe bi fikar in. Di serdanên xwe yên salên 90’î de min digot ji vê rewşê wê nexweştir nebe, lê niha hê nexweştir e. Bi dagirkirina Efrînê re zextên li ser Kurdan hê zêdetir bûye, lê hêviyên mirovan nehatin windakirin. Pêwîstiya wan bi piştgiriya me heye.”
Piştî axaftinan û şûnde Olîn pirs bersivand û got, li Tirkiyeya ku 20 milyon Kurd lê dijîn, bi girtina dezgeh û saziyên weşana Kurdî dikin re, mafê agahîgirtina Kurdan tê astengkirin.
Olîn got: “Tirkiye ne tenê mirovan qetil dike, di heman demê de dîrok û çanda Kurdan tine dike. Sûr bi temamî hate rûxandin. Ev mîrasê hevpar ê mirovahiy ne.