Li Swêdê faşîstan êrîşî gel kir

Li Swêdê faşîstan êrîşî gel kir

Li bajarê Umeayê a li bakûrê Swêdê dema ji bo kesên bê mal û zarokên hejar gala di hat lidarxistin Tevgara Berxwedana Swêdê(SMR) a nijadperst û faşîstan xwest  asteng bike û bûyer çêbûn. Di saetên gala di hat li darxistin de nîjadperestan al vekirin, silava Nazî dan. Li milê din komê dest bi belavokên “ penabertiya bi komî bisekinîn” kir. Li himberî vê rewşê girseyê nerazîbûnên xwe dan diyar kirin. Endamên SMR’ê bi job û şişeyan êrîşî girseyê kirin. Gel jî bi diroşmeyên “Em Naziyan li kolanan naxwazîn” bersiv da.

Ji ber sedemê bûyerê navber dan galayê. Hinek kesên ku xwestin êrîşên nîjadperestan bisekinîne rastî êrîşê hatin. Polisên hatîn cihê bûyerê bi gazê mudahaleyî nîjadperestan kir. Hemû nijadperest di çavdêriya polîsan re derbas bû û 2 nîjadperestên kêr li gel wan kirin binçavan de. Yên din bi rêzê ve derketinji derve.

‘SMR  GRUPA HERÎ BI TELOKEYE’

SMR, di nava grubên nijadperest û faşîst de yên herî girtî, herî hiyerarşîk û herî êrîşkar tên naskirin. Polîsên Ewlehiya Swêdê (Säpo) ji berî niha tevgerên cep û rastên van gruban bi raporekê lêkolîn kirîbû di raporê de hatî bû diyar kirin ku SMR li Swêdê groba herî bi tehlîkeya ji bo Swidê. Hatibû destnişan kirin ku yên dinava grubê de piranî suzdarin .

Rêxistina SMR’ê li ser malpera xwe ya înternetê destnîşan kiriye ku armanca wan ewe ku bi şoreş kirinê li Îskandinav ya û welatên Baltîk dewletekî sosyalist nasyonal  ava bikine.