Li Swêdê di 'Roja Kobanê ya Cîhanê' de AKP hate şermezarkirin
Li bajarên Stockholm û Vasteras ên Swêdê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin. Pîrozbahî veguherîn xwepêşandanên protestoyî ên li dijî hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk, ku bi rengekî topyekûn êrîşî Kurdan dikin.
ANF
STOCKHOLM
çarşem, 2 sermawezê 2016, 07:28
Pîrozbahiya li paytext Stockholmê li meydana Marîatorgetê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir.
Girseya gel bi pankarta bi nivîsa "Bijî berxwedana Kobanê" ya bi zimanê Îngilîzî û qîrîna dirûşmên "Bijî YPG/YPJ", "Bijî berxwedana Kobanê", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Destên xwe yên bi xwîn ji Rojava vekişînin", "Kujer Erdogan", "PKK gel e gel li vir e" û "Bijî Serok Apo" heta meydana Medborgarplatsenê meşiya.
Tevî baranê jî bi sedan kes li meydanê li hev civiyan. Li ser navê Komîteyên Rojava, navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê (NCDK), Meclîsa Jinên Kurd Amara, PYD, PJAK, KNK'ê li vir axaftin hat irin. Qisekeran bal kişandin ser bandora berxwedana Kobanê û sîstema wekhev a li Rojava hatiye avakirin li ser gelên bindest ên li Rojhilata Navîn û cîhanê. Qisekeran destnîşan kirin, ku dewleta Tirk ji bo vê sîstema li Rojava ji holê rake, êrîş dike.
Nûnerê NCDK'ê bibîr xist, ku hikûmeta AKP û Erdogan bi rêya biryarnameyan welêt bi rê ve dibe û ji bo dengê mûxalîfan bibire, saziyên medyayê girtiye û bi hezaran mirovên pêşverû û demokrat xistiye zîndanê. Her wiha hat ragihandin, ku hikûmeta AKP'ê darbe li vîna gel kiriye û bi sûcdariyên bêbingeh, gelek şaredar girtiye.
Li ser navê Komîteyên Rojava jî axaftin hat kirin û hat gotin, hikûmeta AKP'ê ji bo destketiyên Kurdan ên li Rojava ji holê rake, çeteyên DAIŞ'ê ji xwe re dike bahane û li dijî hêzên YPG/YPJ û gelê sivîl komkujiyan dike. Nûner da zanîn, armanca bingehîn a hikûmeta AKP'ê ji holêrakirina rewşa li Roajva ye û bang li hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê kir, ku li dijî dewleta Tirk a hiqûqa navneteweyî binpê dike, helwestê nîşan bidin.
Nûnerên PYD û PJAK'ê jî komkujiyên dewleta Tirk li Rojava û Bakurê Kurdistanê kiriye, şermezar kirin. Qisekeran xwestin, êrîşên li dijî Rojava bi dawî bibin û di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû siyasetmedarên Kurd ên hatine girtin werin berdan.
Pîrozbahiya li bajarê Vasterasê jî li meydana Sîgmayê pêk hat. Rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Vasterasê axivîn û destnîşan kirin, ku ew ê li ber hewldanên dewleta Tirk ên ji bo fetisandina Şoreşa Rojava bêdeng nemînin, heta dawiyê piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava. Rêveberan bang li hikûmeta Swêdê kirin, ku li ber polîtîkaya êrîşkariyê ya dewleta Tirk rabe û piştgiriyê bide Rojava.
Di vê navberê de saziyên çapemeniya herêmî jî cihekî berfireh dan pîrozbahiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê.