Li Sûriyeyê kî dikare çi bike?

Li Sûriyeyê şerekî nû li ber derî ye. Hêzên super li ber hev rabûn. Têkiliyên navbera Rûsya û DYA ji Şerê Sar û vir ve qet di vê astê de aloz nebû bû. Kî dibêje çi, kapasîteya kê çiqas e? Gelo di her kêliyê de êrîşek dikare bê kirin?

Cîhana rojava radigihîne ku di her kêliyê de dikare êrîşê bibe ser Sûriyeyê. Alozî û rageşî çima ji nişka ve zêde bû û şer hate ber derî? Ji destpêka şerê Sûriyeyê û vir ve hevsengî xera dibin û yên nû têne avakirin. Kart ji nû ve têne belavkirin. Xetên sor têne destnîşankirin, xerakirin û ji nû ve têne diyarkirin.

SEDEMA ALOZIYA NÛ: ÊRÎŞA 7'Ê NÎSANÊ

Êrîşa 7'ê Nîsanê ya li Dûmayê ji aloziya nû re bû sedem. Kumik Şîn ên li herêmê ku tên sûcdarkirin ku bi çeteyan re hevkariyê dikin û rêxistina civaka sivîl a bi navê Syrian American Medical Society îdîa kirin ku di êrîşa bi 'gazên kîmyewî' de zêdeyî 40 kes mirine. Dûma bajarekî nêzî Şamê ye ku komên çekdar lê hebûn. Rêxistinên navborî îdîa kirin ku gazê bandor li zêdeyî 500 kesî kiriye. Li gorî van rêxistinan, gaza ku hatiye bikaranîn bêhneke mîna gaza klorê jê tê. Nepêkan e ku ev agahî ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve bên piştrastkirin.

Saziya Mafên Mirovan a Sûriyeyê piştrast nake ku ev yek êrîşeke kîmyewî ye, lê belê qala 70 mirovên ku bêhn lê çikiyane dike.

Di serî de DYA, hikumetên rojavayî diyar kirin ku çeka kîmyewî hatiye bikaranîn û rejîma Şamê sûcdar kirin. Rejîma Şamê û hevalbendên wê Rûsya û Îran îdîa dikin ku ev yek komplo û provokasyon e.

8'Ê NÎSANÊ: Roja 8'ê Nîsanê Serokê DYA Donald Trump ji bo Esad got, "Heywan" û gef lê xwar ku wê bi giranî berdêla vê bide. Trump her wiha Rûsya û Îran jî weke berpirsyar nîşan da.

Rêveberiya Moskowayê di mijara 'destwerdana leşkerî ya bi hincetên hatine afirandin' hişyarî da Washingtonê û diyar kir ku encamên vê yekê wê giran bin. Rejîma Şamê jî nerazîbûneke bi heman rengî nîşan da.

9'Ê NÎSANÊ: Roja 9'ê Nîsanê li dijî baregehek leşkerî ya rejîma Şamê ku li nêzî herêma Hûmsê ye, êrîşeke hewayî hate kirin. Di encamê de 14 kes mirin ku 7 jê leşkerên Îranê ne. Moskowa, Tehran û Şamê ji vê êrîşê Îsraîl berpirsyar nîşan dan.

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin nerazîbûn nîşan da û got, "provokasyon û spekulasyon." Pisporên Rûs diyar kirin ku wan li Dûmayê şopa êrîşeke kîmyewî nedîtine.

Piştr Washingtonê ragihand ku di her kêliyê de dikarin êrîşeke leşkerî bikin. Destroyera DYA ya bi navê Donald Cook ku 60 fuzeyên Tomahawk tê de ne ji bendergeha Larnaka ya Qibrisê bi rê ket û xwe nêzî peravên Sûriyeyê kir.

10'Ê NÎSANÊ: Roja 10'ê Nîsanê artêşa Sûriyeyê hêzên xwe ji bo sê rojên bê xiste nava alarmê. Hêzên xwe û çekên xwe yên girîng ên li balafirgehê leşkerî û baregehên xwe bir baregehên Rûsyayê.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî heman rojê ragihand ku wê tîmekê bişîne Sûriyeyê. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres xwest, destûr bê dayin ku tîm bi rengekî bê astengî derbas bibe û bê alî lêkolînê bike. Serokê DYA Trump ji bo bersiva Amerîkayê ya li dijî Sûriyeyê diyar bike, serdana xwe ya li Peruyê betal kir.

10'ê Nîsanê hikumeta Fransayê jî got, "Eger xeta sor hatibe binpêkirin wê bersiv ji vê re bê dyain." Li gorî Fransayê, agahiyên ku di navbera Serokkomar Emmanuel Macron û Trump de hatin parvekirin, bikaranîna çeka kîmyewî piştrast dike. Macron diyar kir ku eger Parîs biryara lêdanê bide, wê li kapasîteyên kîmyewî yên rejîmê bide.

Sefîrê Bilind ê Rûsyayê yê li Lubnanê Alexander Zasypkin got, "Eger Amerîka êrîş bike wê li fuze û çavkaniyên jê hatine avêtin bixin." DYA li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest ku mekanîzmayeke lêpirsîna serbixwe li ser bikaranîna çeka kîmyewî bê avakirin, lê Rûsyayê ev pêşnûme veto kir. Du pêşnûmeyên Rûsyayê jî dengekî têrker negirtin.

11'Ê NÎSANÊ: Roja 11'ê Nîsanê Serokê DYA li ser Twitterê li ber Rûsyayê rabû. Vê yekê rê li ber liv û tevgerê vekir. Trump di peyama xwe de got, "Rûsya sondê dixwe ku wê li her fuzeyeke ber bi Sûriyeyê ve bê avêtin bixe. Bila Rûsya xwe amade bike, jib er ku fuzeyên super, nû û bi aqil tên. Diviyabû hûn nebûna hevalbendê heywanekî ku gazê li dijî gelê xwe bi kar tîne û ji vê yekê jî hez dike."

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis ragihand ku ew amade ne alternatîfên leşkerî pêşkêşî Serokê DYA Trump bikin. Mattis got, "Em agahiyên ji servîsên me yên îstîxbaratê û hevalbendên me tên hê dinirxînin."

Kremlînê ragihand ku bikaranîna çeka kîmyewî li Dûmayê bahaneyeke ku hatiye afirandin. Artêş Rûsyayê jî diya rkir ku wê ji roja Pêncşemê û pê ve polîsên leşkerî li Dûmayê bi cih bikin. Putin jî got, "Rewşa li cîhanê cihê fikaran e, hêvîdar im wê her kes bi berpirsyarî rabe."

Roja 11'ê Nîsanê daxuyaniyeke din ji Washingtonê hat. Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders got, "Hemû alternatîf li ser masê ne." Ji bo pirsa li ser bersiva DYA ya li êrîşa 'kîmyewî' Sanders got, "Biryara dawî ya li ser vê yekê hê nehatiye dayin."

HÊZA KÊ ÇIQAS E?

Bi bûyerên dawî re pirsên "Kîjan hedef", "Kîjan xetere" û "Kîjan derfet" derketin pêş ku li benda bersivê ne.

Keştiya şer a Amerîkayê Donald Cook û keştiya Fransayê ya fuze tê de ne Aquitaine li Derya Spî ne. Tê gotin ku keştiyeke binê avê ya Amerîkî ya jî Îngilîz wê alîkariyê ji van her du keştiyan re bike. Li gorî rojnameya Daily Telegraph, Serokwezîra Îngilîstanê Theresa May ferman daye keştiyên binê avê yên Îngilîz ku xwe nêzî Sûriyeyê bikin. Çavkaniyên ku ji BBC re axivîn ragihandin ku May amade ye ku bêyî destûrê ji parlamentê bigire, biryara tevlîbûna li destwerdana leşkerî ya li Sûriyeyê bibe bide..

Li Fransayê gelek senaryoyan têne nirxandin. Li gorî Le Figaro, eger pêşî li destwerdana leşkerî were vekirin wê balafirên şer ên Fransayê ne ji baregehên li Rojhilata Navîn, lê ji baregehên li Fransayê rabin. Li ser kapasîteya lêdanê ya Fransayê pirs hene. Her wiha nerazîbûnên mezin rû dan ku Fransa heman piştî DYA mesajên şer da.

KÎJAN HEDEF?

Di êrîşeke gengaz de wê li kîjan hedefan bê xistin? Hêzên rojavayî dibêjin wê li hedefên ku çekên kîmyewî hildiberînin bê xistin. Li Sûriyeyê gelek baregehên hewayî hene ku fikar jê tê kirin ku çekên kîmyewî lê ne. Ji bilî vê yekê baregeha leşkerî ya El Şayrat heye ku li nêzî Hûmsê ye. DYA par 59 fuzeyên Tomahawk avêtibû vê baregehê. Sedema wê jî bersiva li bikaranîna gaza sarîn bû.

Artêşa Îsraîlê jî şaxeke Navenda Lêkolînên Zanistî ya Sûriyeyê yê li nêzî Mesyaf a herêma Tartusê xistibû. DYA û Îsraîl sûcdar dikin ku ev navend ji bo hilberîna gaza sarînê dibe alîkar. Analîsta Institute for the Study of War Jennifer Cafarella ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku yek ji hedefan dibe ku balafirgeha leşkerî ya Dumer be ku bi 40 kîlometreyî li bakurê rojava yê Şamê ye. Tê îdîakirin ku çeka kîmyewî hefteya derbasbûyî ji vê derê avêtin Dûmayê. 9'ê Nîsanê roja Duşemê hêzên Îsraîlê bombe li balafirgeha leşkerî ya T-4 xistibû. Hêzên Sûriyeyê, Îranê û Hîzbûllah li vê baregehê bûn. Li gorî Cafarella dibe ku DYA careke din li vir bixe.

XETERÎ ÇI NE?

Tê gotin ku destwerdaneke leşkerî di her kêliyê de dikare bibe. Li ser encamên vê jî senaryoyên cuda hene. Niha hemû alî ketine pozîsyona şer. Trump û Macron xwe amade dikin ku lê bidin. Tê zanîn ku Îngilîstan jî amade ye. Li hemberî êrîşeke gengaz a van her sê welatan gelo wê Rûs çi bikin? Li gorî rojnameya Le Parisien, lêkolînerê Enstîtuya Têkiliyên Stratejîk û Navneteweyî Didier Billion got, "Dibe ku Rûs jî êrîşê bibin ser hedefeke leşkerî ya Amerîka ya li ser axa Sûriyeyê. Der barê van de di destê wan de agahî hene." Billion diyar dike ku fermandariyeke leşkerî ya li Minbicê ya jî navenda ragihandinê dibe ku bibe hedef.

Derfetên leşkerî hene ku her du alî li dijî hev bi kar bînin, lê belê piraniya pisporan dibêjin, wê alozî û rageşî zêdetir nebe. Pispor Bruno Tertrais got, "Zimanê ku Rûs di dema dawî de bi kar tîne nîşan dide ku di nava panîkê de ne. Nizanin bê Trump çi bike. Ti berjewendiya Putin nîne ku li dijî DYA bikeve nava şerekî çekdarî."

Tê gotin ku alozî di astekê de dikare bimîne. Serokkomarê Fransayê Macron jî anî ziman ku artêşa Fransayê wê berê xwe nedin hedefên Rûsyayê yên li Sûriyeyê. Pispor dibêjin, rewş ji Şerê Sar bêhtir aloz e, lê ne li bendê ne ku veguhere şerekî rasteqîn. Lê dîsa jî dibêjin ku bi fikar in ku di her kêliyê de şer rû bide.