Li Sûriyeyê ciwanên Kurd ên bi darê zorê leşkeriyê dikin, tên kuştin

Li Sûriyeyê ciwanên Kurd ên bi darê zorê leşkeriyê dikin, tên kuştin

Ciwanê Kurd ê bi navê Elî Ezîz Hecî ku li paytexta Sûryê Şemê di nava artêşa Sûriyeyê de leşkiriyê dikir, di şer de jiyana xwe ji dest da.

Ciwanê Kurd Elî Ezîz Hecî ku ji bajarê Reqayê bû di dema leşkeriya bi darê zorê de, li Paytexa Sûriyeyê Şamê, di şerê navbera hêzên artêşa Sûriyeyê û çekdarên opozosyonê de şer jiyana xwe ji dest da.

Ciwanê Kurd Elî Ezîz Hecî ku di sala 1992'an de hatibû dinê, zewiciyebû û bavê 2 zarokan bû, li herêma Qetena ya Şamê leşkeriyê dikir. Tevî leşkjeriya xwe qedandibû jî fermandarên wî 10 meh cezayê zêdekirina leşkeriyê dabûn wî.