Li şûna 10 cerdevanên teqawit bûn 50 cerdevan hatin girtin

Li şûna 10 cerdevanên teqawit bûn 50 cerdevan hatin girtin

Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê li şûna 10 cerdevanên teqawitbûn 50 cerdevan hatin girtin.

Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê cerdevanê nexwest navê xwe bide, diyar kir ku Fermandarê Boluka Cendirmeyan ê Giyadînê bi sercerdevanan re civînek kir û li şûna 10 cerdevanên teqawitbûn, çeka cerdevantiyê da 50 kesan. Cerdevanê ku xwest aştî mayînde bibe, wiha got: "Li aliyekî aştî li aliyê din operasyon û cerdevanên nû tên hilgirtin. Hêvî dikim ku dê demekî nêz de aştî pêk bê û em hemû dê vegerin malên xwe."