Li Stûttgartê greva birçîbûnê: Bila Nûriye û Semîh bijîn

Li Stûttgartê greva birçîbûnê ya çar rojan hate destpêkirin.

Li Stûttgartê ya Elmanyayê 13 kes wê 4 rojan têkevin greva birçîbûnê.

Di daxuyaniya hevpar de hat diyarkirin ku bila daxwazên Nûriye û Semîh were qebûlkirin û kesên ji karên xwe hatine îxraçkirin bile vegerin ser karê xwe.

Çalakiya greva birçîbûnê ji ber şertên hewayî wê li Komeya Tohûm Kulturê ya Stûttgartê bidome.

Ev sazî piştgiriya greva birçîbûnê dikin: ATÎF, Yenî Kadin, AGÎF, ADHK, ADKH, HDK-Hewldana Meclîsa Stûttgarê, DKTM-Stuttgart, Tevgera Jinên Kurd, Fraûen Coûrage, SKB, YJK-A, Alinterî, Arbeîtskreîs Solîdarîtät.