Li Strasbourgê xebatên hilbijartinê yên HDP'ê dewam dikin

Li bajarê Fransa Strasbourgê, komîsyonên li 8 herêmên cuda ji bo hlibijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê hatine avakirin, xebatên xwe dewam dikin.

Li bajarê Fransa Strasbourgê, komîsyonên li 8 herêmên cuda ji bo hlibijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê hatine avakirin, xebatên xwe dewam dikin. 

Komîsyonên ji 163 kesî pêk tên, heta niha xwe gihandine 3200 hilbijêrî.

PLANA XEBATÊ

Plana xebatê ya komîsyonên hilbijartinê bi vî rengî hat destnîşankirin:

"Bi tespîtkirina qeydên hilbijêran re, yên nehatine qeydkirin bên qeydkirin,

Bi pêkanîna civînên gel, panel, semîner û çalakiyên mîna van re, hişyarkirina gel,

Di pêvajoya hilbijartinê de teşwîqkirina gel ji bo bikaranîna deng,

Bi tespîtkirina wezîfedarên li ser sindoqê re, di asteke têrker de destnîşankirina wezîfedaran."
 
SAZIYÊN KU HILBIJÊR DIKARIN SERÎ LÊ BIDIN

Endamên komîsyonê dan xuyakirin ku hilbijêrên dixwazin der heqê hilbijartinê de agahiyan bigirin, dikarin serî li van saziyên destekê didin HDP'ê bidin:

"Kolektîfa Komeleyên li Metzê, Moselle AKM, ATTM, Metz AKM, Navenda Çandê ya Elewiyan, ATTVF, Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk li Metzê, Navenda Civaka Demokratîk a St. Avold, Mizgefta Selahaddîn Eyyûbî, Navenda Civaka Demokratîk a Strasbourgê, DIDF, ATIK, Meclîsa Sirgûnên Ewropa, Atilim, Yekîtiya Gel, Mala Çandê ya Mulhouse, Mala Çanda Kurd a Sarreguemines, TJKE û Ciwanên Azad ên li Strasbourgê."