Li Strasboûrgê grêva birçîbûnê ya ji bo Ocalan û Şengalê kete roja 14’an
Grêva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger ku ji hêla Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê ve, bi mebesta ku bi lezgînî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nasîna statûya Şengalê li Strasboûrga Fransayê dest pê kiribû, kete roja xwe ya 14’an.
ANF
STRASBOÛRG
duşem, 5 rezberê 2016, 16:58
Bi mebesta ku piştgiriyê bidin 5 kesên ku tevlî grêva birçîbûnê bûne îro û sibehê jinên Kurd jî bi awayekî dorveger wê tevlî grêva birçîbûnê bibin.
Grêva birçîbûnê ya ku 23’yê Tebaxê dest pê kiribû û li Dêra La Três – Saînet-Trînîtê berdewam dike, bi tevlêbûna Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Meclîsa Şengalê Fîkret Îgrek û rêveberên wê Peşîmam Denîz Bozo Bacinî, Bedirxan Kahraman û Beşîr dest pê kiribû. Heta niha 3 komên ku ji Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Federasyona Êzdiyên Ewropa û Civaka Îslamî ya Kurd (CÎK) bi mebesta piştgiriyê her komekê ji bo 5 rojan ketibûne girêva birçîbûnê.
Dawiya hefteyê ji xebatkarên Çira-TV’yê Îdrîs Bagok bi awayekî dorveger piştgirî dabû grêvê, ji îro û pê ve jî jinên Kurd ên bi navê Reyhan Kurd û Zozan Bêwar tevlî grêvê dibin. Sibehî jî endamên Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) wê bi awayekî dorveger tevlî grêvê bibin.
ÇALAKGER LI XWE DIŞKÊNIN
Doktor Fahrettîn Guneş ku ji destpêka grêvê ve li çalakgeran dinere, di roja 14’an de diyar kir ku çalakger heta niha di nav 8-10 kîloyan de li xwe şikandine. Gulşen diyar kir diyardeyên wekî sergêjî, lêdana zêdebûna dil, dilxelîn hene. Doktor Gulşen diyar kir, ji ber sedema germbûnê germahiya laş a ku zêde bûbû asayî bûye. Çalakgerên di grêvê de roja xwe bi giştî dirêjkirî derbas dikin, her wiha hewl didin ku bi ziyaretçiyan re jî eleqedar bibin. Her wiha ji bo moraldayinê stran têne gotin, bûyerên ku li Kurdistanê jî di bi rêya çapemeniya azad dişopînin.
RÊXISTINA DOKTORÊN SÎNORNENAS WÊ HEVDÎTINÊ PÊK BÎNE
Dawiya hefteyê gelek Kurdistaniyên ji bajêr û derdorê hatin ziyareta çalakgeran kirin, duh jî komeke Suryanî çalakger ziyaret kirin. Suryaniyan diyar dikin, ew bi her hawî li pişt daxwazên çalakgeran in û dixwazin bi Ocalan re hevdîtin were kirin û statûya Şengalê were nasîn.
Li hêla din jî tê payin ku şandeyek ji Doktorên Sînornenas (MSF) bi çalakgeran re hevdîtinê bike. Tê gotin li gel pirsîna rewşa tendirustiya çalakgeran wê li daxwazên çalakgeran guhdar bikin.