Li Strasboûrgê greva birçîbûnê ya ji bo Ocalan û Şengalê di roja 11’emîn de ye

Greva birçîbûnê ya ku Meclîsa Dîasporaya Şengalê ji bo derhal agahî ji Rêberê Gelê Kurd Ocalan bê wergirtin û di navdewletî de statuya Şengalê bê nasîn bêdem-bêdorveger li Strasboûrgê dabûn destpêkirin, di roja 11’emîn de didome.

Bi armanca desteka bi nûnerên Êzîdî re ku bêdem-bêdorveger dest bi greva birçîbûnê kirine, îro jî 5 nûnerên Civaka Îslamiyan Kurdistan (CÎK) ku 2 jê jin in, dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojan kirin.

2 armancên serekê yên greva birçîbûnê ew in ku Konseya Ewropayê (KE) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) derhal ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku agahî jê nayê girtin, bikevin nav liv û tevgerê û Neteweyên Yekbûyî (NY) statuya axa Kurdên Êzîdî binase.

CÎK’Ê BI KOMEKE 5 KESAN DEST DA GRÊVA BIRÇÎBÛNÊ

Îro  jî komeke nû ya ji 5 kesan rêveber û endamên Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) pêk tê, bi mebesta destekê bide çalakiya Hevserokê Meclîsa Dîasporaya Şengalê û 4 rêveberên wê, tevlî çalakiyê dibin. Koma ku ji rêveberê CÎK’ê Mele Mihyedîn û 2 jinan pêk tê, 5 rojan bi mebesta dest bidin wan, dikevin grêva birçîbûnê.

Li gorî agahiyên ku komîteya amadekar dayî, îro jî gelek Kurdistanî grêva birçîbûnê ziyaret kirin.

PÊWENDIYA MEDYA Û SAZIYÊN MAFÊ MIROVAN ZÊDE DIBE

Her wiha Saziya Navnetewî ya Mafê Mirovan (IGMF) ya li Frankfûrtê, li çalakgerên grêvê geriya, li rewşa çalakgeran pirsî û têkildarî armanca çalakiyê jî agahî stand. IGMF’ê ragihand ku ew li pişt çalakiyê disekinin û di rojên pêş de ew ê seriyekî bidin çalakgerên grêvê yên li Strasboûrgê.

Dîsa pêwendiyeke zêde ya çapemeniyê ji bo çalakiyê heye, vîdeoyên ku heya niha hatine girtin, heya niha di 10 qenalên televîzyonê de hatine nîşandan. Herî dawî televizyona Suryaniyan Soroyo-TV ku li Ewropayê weşanê dike, vîdeoyên têkildarî çalakiyê ji bo temeşevanên xwe ragihand.

Grêva ku 23’yê Tebaxê li ber KE’yê dest pê kirî, li beşekî dêra La Três-Saînte-Trînîtêyê ya li Esplanaedyê berdewam dike. 5 kes bi awayekî bê dem û bê dorlêveger tevlî grêvê bûbûn, bi mebesta piştevaniyê jî komên ku ji kesan pêk tên dikevinê. Li Strasboûrgê berê jî di navbera salên 2007-2012’an de grêvên birçîbûnê yên berfireh hatibûn lidarxistin.

...