Li Strasboûrgê eleqeya ji bo HDP'ê zêdeyî 7'ê Hezîranê ye
Li Ewropayê dengdayîna ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê dewam dike. Li Serkonsolosxaneya Strasboûrgê ku xwedî hejmareke girîng a hilbijêran e, tê payîn ku asta dengdayînê zêde bibe.

75 hezar hilbijêrên li temamiya herêmên Alsace û Lorraîne yên Fransayê, departmanên Belfort, Doûbs, Haûte Saone û Haûte Marne, li Strasboûrgê dengê xwe bi kar tînin.
Ji 8'ê Cotmehê dema destpêkirina dengdayînê heta êvara 16'ê Cotmehê, li Serkonsolosxaneya Strasboûrgê 10 hezar 700 hilbijêran dengê xwe bi kar anîn. Hat ragihandin ku ji van ji sedî 25 hilbijêrên HDP'ê ne û ev rêje li gorî dengdayîna meha Hezîranê zêde ye.
Li Fransayê bi betlaneya dibistanan re, ji duh ve çûyîna ser sindoqan zêde bûye. Tê payîn ku heta 25'ê Cotmehê hejmara beşdaran zêde bibe.
WÊ BI OTOBUSAN BIÇIN STRASBOÛRGÊ
Li aliyê din rayedarên Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê da xuyakirin, ku ji bo birin û anîna hilbijêran wan 10 otobus amade kirine û di dawiya hefteyê de ew ê bi otobusên ji hin bajaran, hilbijêran bibin ser sindoqan. Duh li bajarê Mulhoûse yê herêma Alsace û Saînt Avold ê li herêma Lorraîne hilbijêr bi otobusan hatin Sterasboûrgê. Îro jî wê ji bajarê Metzê otobus bi rê bikeve.
Her wiha di 24'ê Cotmehê roja Şemeiyê de wê ji bajarên Mulheoûse, Saînt Avold, Nancy û Metzê jî otobus berê xwe bidin Strasboûrgê. Koordînasyonê ji hilbijêran xwest, uk dengdayînê ji roja dawî re nehêlin.