Li Strasboûrgê çalakiya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê mîtîng hat lidarxistin, her wiha sînevîzyonek têkîldarî Berxwedana Kobanê hat pêşandan.

Li ber Gara Trenê ya Navendî ya li Strasboûrgê gelek Kurdistaniyên ji herêmên Alsace û Lorraîne û bajarên sînorê Elmanyayê saet 13.00’ê tevlî çalakiya Roja Kobanê ya Cîhanê bûn.

Bi sedan kesên li qada ber Gara Trenê kom bûn alên YPG/YPJ û KCK’ê bilind kirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin, hat destnîşankirin ku berxwedana Kobanê ji bo tevahî cîhanê bûye mînak û bûye destpêka têkçûna DAÎŞ’ê. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi dijwarî êrîşî Bakur û Rojavayê Kurdistanê dike û bêdengiya welatên Ewropî ya li beramberî vê rewşê hat şermezarkirin.

Di axaftinan de li dijî faşîzma AKP’ê banga berxwedana hevpar hat kirin, çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Piştî çalakiya li ber Gara Trenê, vê carê jî Kurdistanî li Navenda Civaka Kurd kom bûn û sînevîzyona têkîldarî Berxwedana Kobanê temaşe kirin.

...