Li Strasbourg greva birçîbûnê û çalakiya rûniştinê

Li Strasbourg greva birçîbûnê û çalakiya rûniştinê

Kurdistaniyên li Ewropa dijîn ji bo xwedîderketina li berxwedanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ li ber Konseya Ewropa Strasburg çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê dan destpêkirin.

Çalakiyên Kurdistaniyan li Ewropa ku li ser banga KCD-E û TJKE bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ didomin. Li Strasburg li ber Konseya Ewropa (KE) çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê hat destpêkirin.

Çalakî saet 13.00’an bi daxuyaniyeke çapemeniyê destpê kir. Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Sebahat Tuncel, endama Desteya Îcrayê ya KCD’ê Feleknas Uca, siyasetmedar Kemal Bulbul, endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar, endama Koordînasyona Rojava Sînem Muhammed û hwd. gelek nûnerên saziyan û hunermend amade bûn.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ê di daxuyaniya çapemeniyê de axaftinek kir got ku trajediyeke ku tevayî cîhan temaşe dike lê bêdeng dimîne rû dide. Muslim got, “Li Kobanê komkujiyek mirovatiyê heye, ev ne bêalîtî ye. Temaşe kirin jî hevpariya sûc e. Ji bo pêşî li komkujiya mirovatiyê bê girtin, li her deverên cîhanê ku Kurd bikevin nav berxwedaneke topyekûn girîng e.”

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û Hevserokê Kongra Gel Eşbaşkanı Remzî Kartal jî di axaftinên de ji bo Kobanê banga berxwedanê kirin.

Sê parlamenterên ji Koma Çep a MPKE çalakvan ziyaret kirin. Li ser navê parlamenteran endamê Partiya Çep Andrej Hunko got, “DAIŞ li Rojava modela hatiye avakirin dike hedef, em di wê baweriyê de ku pêwîst e ev model bêdestekkirin.”

Hunko di dewama axaftina xwe de got kul i rex gelê Kurd û berxwedana Kobanê ne û dirûşmaya, “Bijî berxwedana Kobanê” got.