Li Strasbourg’ê ji bo Atakan û Rojava çalakî
Li Strasbourg’ê ji bo Atakan û Rojava çalakî
Li Strasbourg’ê ji bo Atakan û Rojava çalakî
Li bajarê Fransa Strasbourgê bi armanca şermezarkirina êrîşa polîsan ku li Hatayê Ahmet Atakan kuştin û êrîşên komên çete yên girêdayî El Qaîdê li Rojava, xwepêşandanek hat li darxistin.
Li ser banga Komeleya Çanda Mezopotamyayê ya ser bi Federasyona Komeleyên Kurd li Fransayê (FEYKA) duh bi şev li qada Place Kleber a li navenda Strasbourgê çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. Konfederasyona Karkerên ji Tirkiyê yên li Ewropayê (ATÎK), Navenda Çanda Elewiya (AKM), Konfederasyona Demokratîk a Gelan li Ewropayê û endamên Federasyona Komeleya Karkeran a Demokratîk (DÎDF) di xwepêşandanê de amade bûn.
Di xwepêşandanê de nûnerê Komeleya Çanda Mezopotamyayê axivî û diyar kir ku tevî ku di ser derbeya 12'ê Îlonê re 33 sal derbas bûne jî, ya bi tenê hatiye guhertin "li ûna zilman bi unîforma zilma bê unîforma a sivîl" e. Nûner bal kişande ser kuştina ciwanê bi navê Ahmet Atakan yê ku li Hatayê ji ber êrîşa polîsan jiyana xwe ji dest da û komkujiyên komên çete yên bi alîkariya Tirkiyê li seranserê Sûrye û Rojava pêk tînin. Nûner destnîşan kir ku divê li dijî vê yekê, hemû şoreşger û demokrat bi hev re tevbigerin.
Di axaftina li ser navê ATÎK’ê de de hat diyarkirin ku çalakiya li ODTU hatiye destpêkirin wê hîn berfirehtir bibe û dewam bike. Nunerê ATÎK’ê careke din bibîr xist ku Ahmet Atakan ji aliyê dewletê ve hatiye kuştin û bal kişand ser girîngiya têkoşîna bi hev re.
Di axaftina li ser navê Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a li Elmanyayê de, banga piştgirîdayîna çalakiya 10'ê Cotmehê ya li Parlamenta Ewropayê ya bi mijara Gezî hat kirin.
Li rexmê barîna baranekî dijwar jî di çalakiya bi beşdariya 150 kesÎ de li ser hev durûşmên weke ‘Hemû cih Rojava ye, hemû cih berxwedane’, ‘Şehîdên Şoreşê bê mirinin’ û ‘Ev hîna destpêke, ji bo tekoşînê dewam’ hatin qîrîn.