Li Stockholmê ‘Meşa Bahewayê ya Gel’ pêk hat
Li Stockholmê ‘Meşa Bahewayê ya Gel’ pêk hat
Li Stockholmê ‘Meşa Bahewayê ya Gel’ pêk hat
Bi banga Sekreterê Giştî yê Neteweyê Yekbûyî Ban Kî-Moon, beriya 'Civîna Bilind a Bahewayê' ku di 23’ê Îlonê de li New Yorkê pêk tê, li Stockholmê jî ‘Meşa Bahewayê ya Gel’ pêk hat.
Roja Yekşemê saet di 15.00’an de bi sedan kes li Parka Vasa hatin cem hev û di destê wan de pankartên ku parastina xwezayê dixwestin hatin hildan û ber bi parlamentoya Swêdê ketin meşê. Xwepêşandaran li dijî guherîna bahewayê daxwaza girtina tedbîran kir û piştî dest bi meşê kirin rastî guherî hewayî hatin.
Barana ku ji nişkave destpê kir, veguherî zîpikê, hewa tarî bû, birûskan veda û cade di bin avê de ma. Çalakger bi zorê xwe gihandin ber avahiya parlamentoyê û ligel şert û mercên xerab çalakiya xwe berdewam kirin.
Olîvîa Lînander ku ji rêxistina bi navê ‘Swêda ji Fosîlê hatiye paqijkirin’ diyar kir ku beriya zîrveya dê di 23’ê îlonê de li New Yorkê pêk bê, 150 welatên cîhanê ‘Meşa Bahewayê ya Gelan’ pêk hatiye