Li Stockholmê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê çalakî

Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Ocalan li Stockholmê çalakî destpê dikin.

Di 18. Salevegera Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Swêd a Stockholmê bi çalakiyan destpê kir.

Meclîs Jinan a Kurd a Amarayê li kolana herî şên a Stockholmê, Medborgarplatsenê kon danî. Li ser kon posterên mezin ên Ocalan, alayên PKK’ê hatin daliqandin û her wiha wêneyên komkujiyê yên Bakurê Kurdistanê ku AKP’ê pêk anîbûn jî hatin danîn.

Çalakvanan têkildarî komployê û tecrîda li ser Ocalan ji bo raya giştî ya Swêdê agahdar bike belavok û broşur belav kirin.

Yekîtiya Jinan a Kurd a Sara jî Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin û bang li Kurdistaniyan û dostên wan kiri ku ew tevlî çalakiyê bibin ku sibe wê were lidarxistin.

SIBEHÊ WÊ LI HUMLEGARDENÊ DESTPÊ BIKE

Sazî û dezgehên Kurdistanî ku di nav wan de Navenda Civaka Demokratîk a Swêd, Meclîsa Jinan a Kurd Amara, Ciwanên Azad jî heyî gelek sazî û dezgehên Kurdistanî ji ber salvegera komployê daxuyanî da û tecrîd û darbeya li ser çapemeniya Kurd, komkujî hatin şermezarkirin.

Rêxistinan xwestin ku hikûmeta Swêd têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re bibire û Ocalan di zûtirîn demê de serbest were berdan, bang li Kurdistanî û parezvanan mafên mirovan hate kirin ku tevlî çalakiya protestoyî ya sibehê bibin.

Çalakiya şermezarkirina komployê sibehê (Şemî) saet 13.00’an li parka Humlegarden wê destpê bike û çalakvan ber bi navenda navçeyê ve wê bimeşin.