Li Stockholmê Komploya 9’ê Cotmehê hate protestokirin
Komloya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya bi ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, di salvegera 18. de li paytexta Swêdê Stockholmê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Komloya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya bi ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, di salvegera 18. de li paytexta Swêdê Stockholmê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Swêd, Yekîtiya Jina Kurd a Sara û Ciwanên Azad li Parka Humlegarden a Stockholmê Kurdistanî û dostên wan hatin cem ev, bi posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên KCK, PKK, PYD, YPG/YPJ’ê ber bi navenda bajêr ve meşiyan.
Di meşê de pankartên ‘’Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re aştî’’, ‘’em hemû PKK’yî ne’’, ‘’Ji dagirkeriya Kurdistanê re êdî bes e’’ hatin vekirin û her wiha wêneyên komkujiya li Kurdistanê jî hatin nîşandan, dirûşmên ku komplo û dewleta Tirk şermezar dikin hatin berzkirin.
Di meşê de axaftinên ku komlo û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hoparloran hatin şermezarkirin û bi belavok komplo hate teşîrkirin.
Li meydana bajêr daxuyaniya hevpar a sazî û dezgehên ku çalakî bi rêk xistibûn hate xwendin. Di daxuyaniyê de darbeya li ser şaredariyên Kurdistanê, komkujiyên li ser Kurdan, tecrîda li ser Ocalan hatin şermezarkirin. Hate xwestin ku hikûmeta Swêd hemû têkiliyên xwe bi Tirkiyê re bibire û ji bo Rêberê Gelê Kurd Ocalan azad bibe bikeve nav liv û tevgerê.
Çalakî bi dirûşmên ‘şehîd namirin’, ‘bijî serok Apo’’, ‘’Kujer Erdogan’’, ‘’Kujer AKP, hevkar YE’ bi dawî bû.