Li Stockholmê ji bo piştgiriya bi girtiyan re çalakiya greva birçîbûnê
Li paytexta Swêdê Stockholmê ji bo piştgiriya bi girtiyên siyasî re çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin.
Li paytexta Swêdê Stockholmê ji bo piştgiriya bi girtiyên siyasî re çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin.
Li paytexta Swêd Stockholmê 20 Kurdistaniyan, ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên ku li girtîgehên Tirkiyeyê ku ev 59 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene û ji bo protestokirina zext û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Gelê Kurd, îro dest bi greva birçîbûnê kirin.
Kurdistaniyan li Qada Sergel a ku 100 metre nêzî cihê cihê êrîşa ku 4 kes mirin de û 15 kes birîndar bibûn, kon vekirin. Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne di kon de hatin daliqandin.
Çalakgeran pankartên, 'Li dijî toror û faşîzmê hevbîr bin', 'Ji Ocalan re azadî, Ji Kurdistanê re statû', 'Tecrîda li ser Ocalan were rakirin' û ' Dawî li binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan wer in' bi qada meydanê ve daliqandin û ji bo raya giştî a Swêdyê di derbarê binpêkirinên mafan de ji bo agahî bigrin belavokan belav dikin. Dem dem jî axaftinan hatin kirin.
BANGÊN PIŞTGIRIYÊ
Di axaftinên tên kirin de di derbarê daxwazên girtiyan de agahî tên dayîn û bangên piştgiriya bi grevên birçîbûnê re tên kirin.
QURBAIYÊN TERORÊ HATIN BIBÎRANÎN
Gelê Swêdyê jî li qada ku êrîş lê hate kirin gul danîn û find pêxistin. Kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn.
Çalakgerên ku di greva birçîbûnê de ne, li welatiyên ku kesên jiyana xwe ji dest dabûn bibîr tanîn belavok hatin. Welatiyan Swêdî balavokên Kurdistaniyan girtin, lê belavokên Naziyan negirtin û red kirin. Naziyên ku 20 deqeyan li qadê al vekirin, belavok belavkirin piştî nerazîbûnên welatiyên derdor, qad terikandin.
Meclîa Jinên Kurd a Amarayê û NCDK- Swêd bang li Kurdistanî û dostên wan kirin ku piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya ku wê 3 rojan bidome.