Li Stockholmê ji bo HDP'ê û Demîrtaş stand hate danîn
Ji bo serketina HDP'ê û namzetê wê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş, li paytexta Swêd Stockholmê karekî berfireh tê kirin.
Ji bo serketina HDP'ê û namzetê wê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş, li paytexta Swêd Stockholmê karekî berfireh tê kirin.
Li paytexta Swêd Stockholmê di çarçoveya karê hilbijartinê de li taxa Solnayê standa agahdarkirinê hate danîn.
Dildarên HDP'ê belavok belav kirin û li ber stranên Kurdî govend gerandin.
Ayşegul Iyîdogan got, HDP yekane partî ye ku mirovên ji bawerî, nêrîn û etnîkên cuda xwe bi awayekî azad lê îfade dikin.
Iyîdogan destnîşan kir rizgariya Tirkiyeyê bi HDP'ê dibe û bang li hemû dengdêran kir bi taybetî li jin û ciwanan kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê û Demîrtaş.
Dildarên HDP'ê diyar kirin ku wê standa xwe li taxên din ên Stockholmê jî deynin û roja Sêşemê saet 17'an wê li taxa Kistayê standê deynin.