Li Stockholmê çalakiya ji bo HDP'ê

Bi armanca şermezarkirina darbeya AKP/Qesrê û destekkirina parlamenterên HDP'ê, komek ji Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, duh êvarê li gara trenê ya navendî xwepêşandanek lidar xistin.

Çalakgeran pankartên bi nivîsa "Erdogan rawestînin, bimire faşîzm" û "Dest nede nûnerên me yên hilbijartî", wêneyên parlamenterên HDP'yî yên hatine girtin û alên HDP'ê hildan. Her wiha bi rêya belavokan li ser bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê agahî dan derdorê.

Jinên Kurd ên pêşengî ji çalakiyê re kirin, dan xuyakirin ku heta azadiya parlamenterên HDP'yî ew ê çalakiyên xwe bidomînin.