Li Stockholm û Den Haag çalakiyên ji bo Kobanê
Li Stockholm û Den Haag çalakiyên ji bo Kobanê
Li Stockholm û Den Haag çalakiyên ji bo Kobanê
Çeteyên DAIŞ ên êrîşî Kobanê dikin û hikûmeta AKP’ê ya piştgiriyê dide wan li paytexta Swêd Stokholm li ber Parlamentoya Swêd hat şermezarkirin.
Kurdistaniyên saet 13.00’an li ber Qada Mynttorget hatin gel hev wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, KCK û HPG’ê hildan.
Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinên Kurd a Amara Ferah Bozcalî, Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Swêd Ayşe Goktepe di axaftinên xwe de gotin ku çeteyên DAIŞ ji bo pêkhateya demokratîk a li Rojava tine bike êrîşî Kobanê dike.
Axaftvanan bi bîr xistin ku hikûmeta AKP’ê jî ji bo destkeftiyên gelê Kurd ji hole rake, piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ.
Bozcali û Goktepe bang li NY, YE û hikûmeta Swêd kirin ku mûdaxeleyî çeteyên DAIŞ bikin û pêşiya komkujiyê bigirin.
Xwepêşandêran berxwedana Rojava û Kobanê silav kirin û çete lanet kirin.
LI DEN HAAGÊ MÎTÎNG
Li bajarê Den Haag ê Hollanda jî bi organîzasyona PYD Hollanda, FED-KOM û Weqfa Jinan a Hêlîn çalakiyek hat lidarxistin.
Bi sedan kesên li ber Şaredariya Den Haag hatin gel hev, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG’ê hilgirtin. Hevserokê Meclîsa Gel a Den Haag Nûrettîn Over li ser navê Weqfa Jinan a Hêlîn Aliye Zengîn, nûnerê PYD’ê, nûnerê KNK’ê Fuad Omer, nûnerê PJAK’ê Alî Kahraman, nûnerê MLKP, nûnerê Partiya Komunîst a Kurdistanê û li ser navê YNK’ê jî pêşmergeyekî berê axivî.
Di axaftinan de banga seferbertiyê ya ji bo Kobanê hat nûkirin û bêdengiya Ewropa ya li hember DAIŞ hat şermezarkirin.
Çapemeniya Hollanda eleqeyekî zêde nîşanî mîtîngê da.