Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
Gelek endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), li Stenbolê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Gelek endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), li Stenbolê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Polîsan danê vê sibehê avêtin ser malên gelek sosyalîstan ên li Stenbolê. Di serdegirtinê de Hevseroka SGDF'ê Ceren Çoban, endamê ESP'ê Alî Karacay û gelek sosyalîst hatin binçavkirin.
Piştî kontrola tenduristiyê, sosyalîstên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li Kolana Vatanê.