Li Stenbolê dijî çalakiya Kobanê êrîşa polîsan

Li Stenbolê dijî çalakiya Kobanê êrîşa polîsan

Ciwanan li Stenbolê bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, li Kadikoya Stenbolê çalakiyek pêk anîn. Polîsan êrîşî çalakiyê kirin û du kes binçav kirin.

Li Stenbolê, li ber Boga Heykelî ya li Kadikoyê, bi sedan kes bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li hev kom bû û êrîşên çeteyên hov ên DAIŞ’ê şermezar kirin. Di çalakiyê de endamên Xebata  Şoreşgerên Anarşîst, Tevgera Şoreşger, Alinterî jî amade bûn û heta ji Dortyolê heta Parka Mehmet Ayvalitaş meşiyan.

Di meşê de pankarta “Em ê hesab ji DAIŞ’a qatil û AKP’ya hevkar bipirsin” û dirûşmayên, “Bijî Berxwedana Kobanê”, “DAIŞ bicehime ji Kurdistanê”, “Li ber xwe bide Kobanê, Anatolya bi te re ye”, “Wê Kurdistan ji bo faşîstan bibe goristan” qêriyan.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şervanên YPG û YPJ’ê yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, girseyê careke din dest bi meşê kir û li rastî êrîşa polîsan hat. Ciwanan bi kevir, fîşengên hewayî û molotofan bersiv da êrîşên polîsên Tirk. Di encama êrîşê de du kes hatin binçavkirin.