Li Stenbolê di operasyonên li dijî HDP’ê de 7 kes hatin destgîrkirin

Li Stenbolê di serdegirtina malan de wekîla HDP’ê ya berê û Endama Meclîsa HDP’ê Asiye Kolçak jî di nav de herî kêm 7 kes hatin destgîrkirin.

Li gelek navçeyên Stenbolê polîsan serê sibê bi ser malan de girt. Diyar bû operasyon li dijî endam û rêveberên HDP’ê pêk hatiye. Di serdegirtina malan de Wekîla HDP’ê ya Bursayê ya berê Asiye Kolçak û Endama Meclîsa HDP’ê Asiye Kolçak jî di nav de 7 kes hatin destgîrkirin.

Nayê zanin bê ka çima hatine destgîrkirin û kesên hatine destgîrkrin li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê tên ragirtin.

Navê binçavkiriyên aşkere bûn ev in: Asiye Kolçak, Fatma Kaya, Canşah Çelîk (Cemîle Ana), Zeynep Çalihan, Ayten Ay, Zübeyde Akdag û Diyar Ozgan.