Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Kobanê meşiyan
Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Kobanê meşiyan
Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Kobanê meşiyan
Bi banga HDP, BDP û HDK’ê bi hezaran kesên ber bi Qada Galatasaray ve meşiyan êrîşên çeteyên DAIŞ ên bi piştgiriya AKP’ê şermezar kirin.
Ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê li Ewropa û gelek bajarên Kurdistanê ku çalakî tên lidarxistin adresa li Stenbolê jî Qada Tunelê ya Beyoglu bû. Bi hezaran kesên ji heft salî heta heftê salî di destê wan de flamayên kesk, sor û zer, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û YPG’ê ber bi Tunelê ve herikîn, êrîşên çeteyên DAIŞ şermezar kirin.
Di meşa ku Dayikên Aştiyê li pêş bûn , ODP, SDP, Halkevlerî, EMEP, Hewldana 78’an, TTB û Kaldiraç piştgirî dan meşê. Di meşê de bi hezaran kesan dirûşmayên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Qatil DAIŞ hevkar AKP”, “Gelê Kobanê ne bi tenê ye”, “Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe gor” û “Bijî Serok Apo” gotin. Girseya ku gihişt Qada Galatasaray ji bo şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana dijî DAIŞ de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin. Di çalakiyê de axaftina yekemîn Serokê Rêxistina DBP’ê yê Stenbolê Emrullah Bîngul kir.
DEM DEMA PARASTINA KOBANÊ YE
Bîngul got ku çeteyên DAIŞ li ser navê Komara Tirk li hember Kurdan şer dikin û wiha got: “Êdî em ê bi meş û dirûşmeyan bi sînor nemînin . Dem ev dem e ku em li rex gelê Kobanê cih bigirin. Ji bo parastina Kobanê em ê biçin Kobanê.” Bîngul diyar kir ku 24’ê Îlonê roja Çarşemê wê bi otobusên ji ber avahiya DBP'a Stenbolê ve bi rê kevin, biçin Pîrsûsa Riha û bang li tevahî gel kir.
Seroka Giştî ya ESP’ê Sultan Ulusoy jî got ku parastina Kobanê wezîfeya hemû sosyalîstan e.
Serokê Giştî yê SDP’ê Ridvan Turan jî got: “Eger AKP wer difikire ku wê bi polîtîkayên xwe yên durû bi milyonan mirovên li vî welatî bixapîne bila baş bizane ku wê ev hesab ji Kobanê vegere.”
Piştî Ridvan Turan Parlamenterê Stenbolê yê HDP’ê Levent Tuzel axivî. Tuzel bang li tevahî beşên civakê kir ku li dijî van êrîşan derkevin.
Paşê Argêş Ronî li ser navê girseyê daxuyanî xwend. Ronî got: “Roj roja xwedîderketina li berxwedan û piştevaniya bi gelên Rojava û Kobanê re ye, yên têkoşîna rûmeta mirovatiyê li dijî hovîtiyê didin.”