Li Stenbolê agir bi Dêra Surp Pirgiçî ket: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Stenbolê agir bi Dêra Ermeniyên Katolîk a Sûrp Pirgiçî ket. Di şewatê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Beyoglûya Stenbolê agir bi Dêra Ermeniyên Katolîk a Surp Pirgiçî ket. Duh şev (23’ê Çileyê) bi şev agir bi beşa lojmanê ya dêrê ket. Ji ber şewatê du kesan jiyana xwe ji dest dan.