Li Stenbolê 23 kes ji ber gazê jehrî bûn

Li Stenbolê 23 kes ji ber gazê jehrî bûn

Li otelek ya Fatîhê di encama gaza karbonmonoksît de di nav de turist jî heyî 23 kes jehrî bûn.

Li otelek ya navçeya Fatîh ya Stenbolê di demjimêrên sibehê de ji ber gaza xwezayî ya derkete derve 21 turist û 2 xebatkarên otelê jehrî bûn. Esnafên derdorê ji ber bêhna zêde ya gaza xwezayî agahî dane polîsan û pêşî li karesatekî mezin girtin. Piştî demekê yekîne hatin cihê bûyerê û 23 kesên li ser hişên xwe çûyîn di nava beteniyan de derxistin derve. Hate hînbûn ku, ji 23 kesên rakirine nexweşxaneyê rewşa hinek turistan girane. Piştî hûrkolîna ÎGDAŞ’ê hate diyarkirin ku, bacaya kombiyê ji cihê xwe derketiye û gaza karbonmonoksît derbazî otelê bûye.