Li Stenbolê 15 kes hatin girtin
Li Stenbolê ji 35 kesên roja 26'ê Cotmehê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, endamê OHD'ê parêzer Bedîrhan Sarsilmaz jî di nav de 15 kes hatin girtin.
Li Stenbolê ji 35 kesên roja 26'ê Cotmehê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, endamê OHD'ê parêzer Bedîrhan Sarsilmaz jî di nav de 15 kes hatin girtin.
Piştî çalakiya endamên Tabûra Nemiran a di 23’yê Cotmehê de li dijî tesîsên TUSAŞ’ê ya Enqereyê pêk hat, li seranserê Tirkiyeyê operasyonên qirkirinê hatin destpêkirin. Kesên di encama serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin îro piştî îfadeyên wan ên li emniyetê sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Ji 35 kesên ku li Stenbolê hatin binçavkirin 15 kes bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatin girtin. Di nava kesên hatin girtin de endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Bedîrhan Sarsilmaz ê ku li dadgehê hatibû binçavkirin jî heye.
Derket holê ku 35 kesên li Stenbolê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, bi temamî li ser sawan hatine binçavkirin.
Parêzerên endamên OHD'ê yên ku di îfadedayînê de amade bûn diyar kirin ku polîs der barê kesên hatine binçavkirin de ti sûcdarkirinên zelal nekirine û hemû sûc li ser sawan û “agahiyên îstîxbaratê” hatin ravekirin.
Parêzeran anîn ziman ku ji ciwanên hatine binçavkirin pirsa ew endamên Yekîtiya Ciwanên Şoreşger in yan na û li ser çalakiya ku nehatine kirin jî ji hin kesan pirsên weke “Çalakiyek hatibû plankirin û hûn difikirin ku tevlî bibin?”, “Di komeleyên ku hûn çûnê de ji we pere xwestine yan na?” kirin. Parêzeran daxuyandin ku peyamên HDP’ê yên ji bo agahdarkirina çalakiyan weke hinceteke endamtiya rêxistinê nîşan dan.
Hate hînbûn ku dozgerê lêpirsînê yê ku biryara binçavkirinê daye di betlaneyê de ye.